Hevokên şevê,hevokên,şevê

Hevokên şevê

A+ A-

Gulberojikên min sitûxwar in. Pelê wan ê dawîyê li ketinê ye.
Ava guldanka gul çîçekên te miçîqî.
Ew gulên te, dema ku hatin, jixwe bêreh û bêcan bûn û niha hin ji wan çilmisî, hin ji wan hişk bûne.
Gula sor a di nîvê wan da şikestî ye. Bi kîjanê şa bim, yek û yek dikeve xarê.
Şabûna bi gul û çîçekên hişkbûyî, mizdana bi laşekî mirî ye...
Peyivên min bûne kevir, bêwate ne. Mit û lal im.
Hez û êş?
Heddê kê ye, bila ew vebêje!
Û niha tu tozika min a kosmîk, bîst û yek mîlyon salên ronahîyê dûr î ji min...

Ewdil Ararat
Hellersdorf, 02.15, 7 îlon 2021


Gotinên miftehî :