1. Tekst

  2. Helbest

  3. Cemal Bulut
  4. Kurdbûn Cefa ye Lawikê Silîvî
Kurdbûn Cefa ye Lawikê Silîvî,kurdbûn,cefa,ye,lawikê,silîvî

Kurdbûn Cefa ye Lawikê Silîvî

A+ A-

Cefa ye êşa evînê
Dikele di bedena min da
Mîna ewrên reş û tarî
Ku brûska xwe ji esîman
Di ber kezeba min de dixericand..
Min nedikuşt..
Lê ji kuştinê xirabtir dikir.

Qaçikê giyana min
Perçe perçe dibûn
Û di qefesa dil de
Birînek kûr vedikir..
Ew hîn jî nekewîyaye
Ne hekîm û ne tixtor
Nebûne derman..
Jiber ku êş û derd û elem û cefa ye
Lawikê Silîvî..
Zor e, zehmet e kurdbûn..
Kurdbûn cefa ye!

26.11.2020, Cemal Bulut

Têbinî: Min ev helbest ji bo kekê min î hêja, kurdê birûmet û qedirşînas lawê farqînî/silîvî Dr. Yekta Uzunoglu ku ev demek e, wext û çaxek pirr zor û zehmet derbas kiribû nivîsand.


 Zimanê Min
Diz hatin..
Diz hatin
Û xwe berdane kewara bedena min
Hêdî hêdî cihê xwe çêkirin..
Di gewrîya min de asî bûn.
Mîna kapûs xwe berdane ser dile min
Zimanê min giranbû
Tevizî..
Sekinî
Hew gerrîya..
Min digot qey ez fetişim..
Bîna min çikîya..
Ji hewleriha
Qîrrîyam…
Nalîyam…
Derneketin
Dernakevin ji beden amin..
Kok vedane…
Herbilîne din ava dil û hinavê min de..
Sebr û arama dil nema
Tebatî pê nakeve..
Teqîya ji nişkê ve.
Ez rabûme ser pîya
Xirecir û heytehol
Û sewta min çû esmanê hefta..
Min sond xwar
Min got
Ez ê we biqewtînim
Hûn ê bicahinimin
Ji bedena min.
Ji ber ku
Zimanê min gîyana min e..
Biqeşte, derkeve ji jîyana min
Te kevtarr û pîs û mirrdar
Bêbext û xwînxwar..

17.01.2021, Cemal Bulut
Bo vîdeoyê bitikînin: