Mamoste Qedrî,mamoste,qedrî

Mamoste Qedrî

A+ A-

Oxir be qedir bilindê Qedrî
Gelo ev peyamek îlahî ye?
Di hefteya newrozê da
Hêja xemlandina Kurdî
Li her alî daliqandî
Min di Newrozê da bi deng
Û di 24ê adarê da
Bi nivîskî pêşnîyarî kî anî
“Em di nav xwe û malbata xwe da
Kurdî bikin zimanê fermî »
Û min dîsa got
«Heftê da rojek, tenê bi Kurdî biaxivin,
Ew roj jî bila roja înê be»
Duh roja înê bû
Xebera dilovanîya te belavbû
Ax û wax
Dilê min şewitî
Lê wek min xwestibû
Roja înê, li ser navê te
Nivîs, deng û awazên Kurdî
Li her alî dinyayê belavbûn
Bi Kurdî bihar şîn bû
Disa îro 27ê adarê
Şeva şevberatê
Em xemgîn in
Lê te bi dil xweşî û diayan oxir dikin
Te ji bo Kurdî, çirayek geşkir
Navê zanîngeha Artuqlîyê jî xweşkir
Di rêça Kamuran û Celadet da
Nevîyê Feqîyê Teyran û Ehmed ê Xanî
Em êdin bi te ser bilindtirin
Û ez jî soz didim
Ez ê giranîyê bidim ser rêça te
Ger qismet be bibim şagirtê te
Tu qedir bilindî mamoste Qedrî
Rihê te şad
Cîhê te bihuşt be.
27.03.2021
Prz. Suphî Ozgen


Gotinên miftehî :