1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. Nameyek ji Ehmedê Xanî ra
Nameyek ji Ehmedê Xanî ra,nameyek,ji,ehmedê,xanî,ra

Nameyek ji Ehmedê Xanî ra

A+ A-

Silav Seydayê min,

Sê sed û bîst û du sal berî niha Cenabê te derdûkulên me xweş anîbûn ziman. Lê me, nevîyên te li pend û şîretên te guhdarî nekir. Te wê demê wiha gotibû:

“Kurmanc-i ne pirr bê kemal in/Emma di yetîm û bêmecal in
Filcumle ne cahil û nezan in/Belkî di sefîl û bêxudan in
Ger dê hebûwa me jî xudanek/’alî keremek, letîfedanek
‘Ilm û huner û kemal û iz’an/Şi’r û xezel û kitêb û dîwan
Ev cins-i biba li ba wî me’mûl/Ev new’i biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn/’Alî bikira li banê gerdûn
Bînave ruha Melê Cizîrî/Pê hey bikira ‘Elyê Herîrî
Keyfek we bida Feqîhê Teyran/Heta bi ebed bimaye heyran”

Bi kurdîya îro Jan (DOST 2010:143-144-145) wiha şîrovekiriye:
“Ne ku wêje li nav kurdan nîne/Lê bê derfet in û ew sêwî ne
Bi giştî ne cahil û nezan in/Lê bextreş in û bêxwedan in
Eger ku me jî xwedî hebûya/Ciwanmêrekî pirr zane bûya
Huner û wêje zanîn û destan/Şi’r û xezel û kitêb û dîwan
Hebûya qedrê wana li ba wî/Ev reng zanîn bipejiranda wî
Min dê alaya helbest û şi’ran/Bilind bikira heta stêran
Min dê vejanda canê Cizîrî/Pê sax bikira ‘Elyê Herîrî
Şahîyek bida Feqîyê Teyran/Ku pê her û her bima sergerdan”
Piştî van gotinan dîsa Cenabê te bersiv daye û gotiye:
“Çibkim ku qewî kesad e bazar/Nîn in ji qumaş-i ra xerîdar”

Belê Seydayê min me hinek ji nevîyên te hewl da ku em bazara sar germ bikin. Lê mixabin dijminên hov û xwînxwar wek lehî bi ser me da hatin û peykerê Cenabê te jî hilweşandin. Lê em sond dixwin ku em ê gotinên Cenabê te bînin cih; ema zû be ema dereng be ew nedîyar e.
01.07.2017

Şagirtê te Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :