1. Tekst

  2. Helbest

  3. Resûl Sergewre
  4. Xwezîka Ez Xewna Yarê Bama
Xwezîka Ez Xewna Yarê Bama,xwezîka,ez,xewna,yarê,bama

Xwezîka Ez Xewna Yarê Bama

A+ A-

Xwezîka ez bibama dareke bê nav,
Yara min jî kevokeke bejn zirav…
Li ser şaxa min a bilind veniştana.
Xwezîka ez gulîyê wê darê bama.

Ba û baran û talazê ez bikutama,
Li alîyê rastê bihêjîyama,
Li alîyê çepê bilerzîyama.
Yar ji min re bibana hêlekan.

Bilind bilind bihêjîyama,
Bibama siwarê ewrên şîn û gewr.
Di şeveke reş tarî de têketama xewna yarê.
Xwezîka ez xewna yarê bama.

Min xewnên xweş û dilovanî berhev kirina
Li best û newal û bahran bireşandana.
Xwezîka ez çend dilop berf û baran bama
Li ser bijang û porê yarê bibarîyama.

Bejn û bedena yarê tev şil bana,
Min bi lêvên hinguvîn zuha bikirana.
Xwezîka ez desmala destê yarê bama
Dilopê xwêdana enîya wê bama.
Hêdî hêdî li ser sînga wê belav bama
Min xwe berdana çavikê bedena wê.
Jê re bibama ruh û can.


Gotinên miftehî :