Êvarên Westiyayî,êvarên,westiyayî

Êvarên Westiyayî

A+ A-

Demjimêr dîsa di demên herî bêdem da ye
Bi tenê me, bêdeng im, dîwar jî bêdeng in
Çend wêne hene di destê min da
Ew jî bêdeng in
Tu dikenî wisan dûr, wisan xalî
Û ez digirîm, ku tu her dikeni
Li kenê te dinêrim û digirîm
Di hundirê min da xemgîniyek ji êvarê westiyayî ma ye
Di zimanê min da hevokên bi te dest pê dikin
Bêpêveber, bêkirde û heta tu bibêjî bibaneşîn
Çend hevokên pirsê bi tene
Bi qasê bêdengiyê bêbersiv
Û bi qasê şaşiyên vegotinê serûbino bike…

Demjimêr dîsa di demên herî westiyayî da ye
Xulekjimêr dibeze, tîrik diqewirîne ew dema ku diherike û diçe
Gotina “bisekine” belasebeb e, nasekine dinya
Bi qasî hilmê, bi qasî avê hewcedarê te me
Û haya te jî jê tune ye
Haya te jê hebe jî, bi qasî tu fêm bikî ne evîndarî
Erê ha, gul fêm nake ji halê bilbil
Bilbil qêriya ye çi fêde
Dost ji hal fêm nake, teselî bêlasebeb e
Evînên min hemû li aliyekî tu li aliyekî
Her gav heman pirs digere di ramanê min de
Min ji te hez kir, ya jî ji te hezkirinê
Nizanim…

Ferat


Gotinên miftehî :